Netanyahu ji ber vegera Tirkiyeyê ya bernameya F-35’an Washingtonê hişyar kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li DYE’yê kir ku li dijî vegerandina Tirkiyeyê bo bernameya F-35 derkeve. Netanyahu helwesta Tirkiyeyê ya li hember hevalbendên NATO’yê wekî xetereyek ewlehiyê bi nav kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Serokê DYE’yê Ronald Turmp daxwaz kir ku balafirên şer ên F-35 an motorên wan ji bo balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ku li hundir hatine pêşxistin nefiroşe. 

Netanyahu bang li DYE’yê kir ku li dijî vegerandina Tirkiyeyê bo bernameya F-35 derkeve. Netanyahu got  ku gaveke wisa dikare hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn xera bike.

Di hevpeyvînekê de îro bi Fox News re Netanyahu got ku serdestiya hewayî ya Îsraîlê hêmanek sereke ye bo parastina aramiya herêmî û hişyarî da ku bidestxistina van alavên leşkerî ji hêla Enqereyê ve dikare bandorê li ser vê hevsengiyê bike. Netanyahu helwesta Tirkiyeyê ya li hember hevalbendên NATO’yê wekî xetereyek ewlehiyê bi nav kir.